Li Girê Amîdayê da odeyên merzelan ên ji serdema Romayê hatin dîtin

Di kolanên arkeolojîk ên li Girê Amîdayê da odeyên merzelan ên ji serdema Romayê hatin dîtin.

Li Girê Amîdayê da odeyên merzelan ên ji serdema Romayê hatin dîtin

Li navçeya dîrokî ya Diyarbekirê Sûrê di kolanên arkeolojîk ên li Girê Amîdayê ku wekî "dilê Diyarbekirê" tê tewsîfkirin da odeyên merzelan ên nêzîkî 1700 salî hatin dîtin.

Li Girê Amîdayê ku ji gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî û Artûqiyan ra bûye dergûş, xebatên kolana şûnwarên dîrokî yên ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz hatibûn destpêkirin, berdewam in.

Di kolanên ku bi beşdariya ekîba ku 12 jê daîmî, 10 jê jî xwebexş in tên meşandin da odeyên merzelan ên nêzîkî 1700 salî ên ji serdema Romayê hatin tesbîtkirin

Serokê Heyeta Kolanê Prof. Dr. Îrfan Yildiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku xebatên kolanên yên sala 2020an didomin.

"Rêveber di odeya merzel a di bin qesrê da bi xakê hatine sipartin"

Yildiz bal kişand ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê ew bi ekîbeke piçûk xebatan dimeşînin û her wiha wan heta niha di xebatan da daneyên cuda derxistin.

Yildiz diyar kir ku erqên avê û pergala kalorîferê ku tê nirxandin 1800 salî ne, hatin tesbîtkirin û wiha dewam kir:

"Di xebatên îsal da ew yek teqez kifş bû ku Qesra Artûqiyan li ser Qesra Romayê hatiye çêkirin. Di serdema Artûqiyan da hin beşên qesrên Romayê wekî xwe hatine emilandin, hinek jê jî jinûva hatine çêkirin. Ji van mekanan jê di yekî da ji qoda zemîn a Artûqiyan qedera 1,5 metre di xwarê da, ji koda zemîn a qesra Romayê jî metreyek xwarê, odeya merzel hat tesbîtkirin. Odeya merzel a ku tê da sandûqeyên kevir hene, ji serdema Romayê ye. Îhtimal ew e rêveberên ku li vê derê peywirdar bûne, di odeya merzel a di bin qesrê da bi xakê hatine sipartin."

- 8 merzel hatin dîtin

Yildiz diyar kir ku xebat çiqas bidomin, ewqas îhtimal heye ku sandûqayên kevir bên dîtin û her wiha merzelên ku tên dîtin, dê li cihê xwe bên parastin û wiha dewam kir:

"Em dikarin bêjin ku di sedsala 3yemîn a piştî mîladê ev odeyên merzelan di bin qesrê da hatine çêkirin û rêveberên vê derê di van odeyan da bi xakê hatine sipartin. Heta niha di mekanê nimro 2 da 3 merzel derketin holê û tê da îskelet û hestî hene. Di mekanê nimro 5 da jî 5 merzel hatin tesbîtkirin."

Yildiz diyar kir ku piraniya hestiyan dê li cihê xwe bên parastin, bi tenê ji bo ku antropolog li ser xebatan bikin û ji bo ku ji analîzê ra were şandin, nimûne hatin hildan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE