Li Girê Mirazan qerebalixiya ziyaretvanan

Li Girê Mirazan qerebalixiya ziyaretvanan

 Li Girê Mirazan ya wekî "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre qerebalixiya ziyaretvanan heye.

Mehmet Nurî Ersoyê Wezîrê Çand û Turîzmê diyar kir ku li dorberê Girê Mirazan 11 keşfên nû hene û li ser vê eleqeya ziyaretvanan li ser herêmê zêde bû.

Gelek ziyaretvanên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin vê derê, firsend ket destê wan ku kevirên çikandî yê wekî Tyê yên li ser wan şiklên heywanan hatine kolandin bibînin. Ziyaretvanên li vê derê wêne kişandin der barê dîroka wargehê da agahî jî hildan.

Merve Çevîka bi malbata xwe ra ji Îzmirê hat herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tesîra Girê Mirazan gelekî zêde ye dibê her kes vê derê bibîne.

Ahmet Ozcanê ji Balikesirê hatibû jî got ji ber ku cihê dîrokê diguherîne gelekî di bin bandora Mirê Mirazan da ma û wiha pê da çû: "Girê Mirazan ji bo Tirkiye û Şanliurfayê çavkaniyeke girîng a turîzmê ye. Înşaellah em ê vê bi awayê herî baş binirxînin. Ciyekî zehf baş e. Ez pêşniyaz dikim ku bira her kes vê derê ziyaret bike û bibîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE