Li Gobeklitepeyê qelebalixiya betlaneya eydê

Gobeklitepeyê ku wekî "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û par li lîsteya UNESCOyê hat zêdekirin, bi minasebeta betlaneya Eyda Remezanê bi hezaran kes ezimand

Li Gobeklitepeyê qelebalixiya betlaneya eydê

Di Eyda Remezanê da bi hezaran ziyaretvanî berê xwe da Gobeklitepeyê ku wekî "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û par li Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê hat zêdekirin.

Ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va ragihandina 2019an wekî "Sala Gobeklitepeyê" bû wesîle ku eleqeya ji bo Riha û herêma dîrokî zêde bibe. Herwiha vê eleqeyê di betlaneya Eyda Remezanê da jî dewam kir û qedera 5 hezar kesî di betlaneyê da çûn seredana vî ciyê dîrokî.

Gelek ziyaretvanên ji çarheqalê Tirkiyeyê ku keysa xwe li betlaneya eydê anîn û hatin Rihayê, çûn dîtina berateyên perestgeha li Gobeklitepeyê ya ku ji serdema Neolîtîk maye. Ziyaretvanan li vê derê ji xwe ra wêne û dîmen kişandin, ji ser medyaya civakî parve kirin û herwiha der heqê dîroka vî ciyê dîrokî da agahî wergirtin.

Timuçin Balkan ku ji Stenbolê ligel malbata xwe hatiye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew di çarçoveya bernameya xwe ya betlaneya eydê da hatin Rihayê.

Balkan got ku wî berî niha ji rojname û televîzyonê der heqê Gobeklitepeyê zanyarî wergirtibûn û wiha dewam kir, "Gobeklitepe bi rastî jî ji aliyê dîrokê va ciyekî gelekî girîng e. Ez wer fikirîm ku zanyariyên ji rojname û têlevîzyonê têrê nake û lewma jî min biryar da ku ez bêm û ziyaret bikim. Ez hatim û min bi çavê serê xwe dît û herwiha ez gelekî kêfxweş bûm. Gobeklitepe ciyekî pir girîng e û divê mirov nexasim ji bo dîtinê were vê derê. Ez bangî her kesê ku derfeta wî heye dikim ku bên dîtina vê derê."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE