Li Gobeklîtepeyê mijarên metaverse û hişê çêkirî wê bên axaftin

Li Gobeklîtepeyê mijarên metaverse û hişê çêkirî wê bên axaftin

Li Gobeklîtepeya Şanliurfayê ya ku wek cihê destpêka mirovahiyê tê qebûlkirin di 8ê hezîranê da bernameyeke mijarê wê hişê çêkirî, metaverse û teknolojiyên dahatûyê ye bê lidarxistin.

Serokê Komeleya Polîtîkayên Hişê Çêkirî (AIPA) Zafer Kuçukşabanoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Tirkiyeyê ji bo bal li ser mijara hişê çêkirî bê kişandin û bi taybetî ciwan eleqeyê nîşan bidin xebat tên meşandin.

-  "Civak der barê van da zêde xwedî agahî nîne"

Kuçukşabanoglu got ji ber vê armancê ew ê li Gobeklitepeyê panelên mijara wan hişê çêkirî û metaverse ra eleqedar e li dar bixin û wiha axivî: "Em kelecan in ku em ê li Gobeklitepeya wek sembola dîroka mirovahiyê tê qebûlkirin çalakiyeke wiha li dar bixin. Mehên berê me bi şirketên Lêkolîna Kuantumê ra lêkolînên mijara wan "Di Civakê da Nêrîna Hişê Çêkirî", "Di Kargehan da Nêrîna Hişê Çêkirî" û "Di Civakê da Nêrîna Metaverseyê: Tesîra Civakî" ne kir û encamên wan nîşan dan ku civak der barê wan da zêde xwedî agahî nîne."

Kuçukşabanoglu daxuyand heta sala 2030î hişê çêkirî û metaverse wê di aboriya dinyayê da qasî 25 trîlyon dolar cih bigire ku divê Tirkiye jî di van mijaran da bibe xwedî agahî.

Kuçukşabanoglu got wek AIPA ew ji bo gel zêdetir agahdar bikin hewl didin û wiha axivî: "Ji ber vê ewil ji 7 herêmên Tirkiyeyê li bajarekê, paşê jî li 81 bajaran emê çalakiyan li dar bixin. Me xwest em çalakiya ewil li Gobeklitepeya wek sembola dîroka mirovahiyê tê qebûlkirin li dar bixin. Di vê çalakiya me ya bi navê "Ji Ciyê Destpêkê ya Dîrokê, Ber bi Ciyê Werçerxa Dîrokê" da pirpor wê biaxivin. Em ê panelên bi navê "Hişê Çêkirî û Çandinî 5.0", "Di Civak û Kargehan da Nêrîna Hişê Çêkirî" û "Ber bi Dinyaya Nû va Rêwîtî: Metaverse" li dar bixin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE