Li goristana Selçûqiyan xebat dewam dikin

Li xelata Bilîsê di goristanên Selçuqiyan de xebatên arkeolojîk dewam dikin...

Li goristana Selçûqiyan xebat dewam dikin

Li goristana Selçuqiyan a li Xelata Bilîsê xebatên arkeolojîk dewam dikin. Herî dawî li qadê nêzî 30 tirbên zarokan hatin dîtin. Sedema mirina zarokan tê lêkolînkirin.

Li xelata Bilîsê di goristanên Selçuqiyan de xebatên arkeolojîk dewam dikin.

Di xebatên herî dawî de li goristana qadê ya Selçuqiyan nêzî 30 tirbên zarokan hatin dîtin.

Serokê kolanê yê goristana selçuqiyan Dr. Mehmet Kulaz got sedama mirina zarokan tê lêkolînkirin.

Di xebatên îslahkirina newalê de gelek tirbên nû hatın tespîtkirin. Di nav wan de nêzî 30 gorên zarokan jî hene. Me beriya niha wilo tirbên zêde ên zarokan nedîtibûn. Em texmîn dikin ku ew an ji ber erdhejekê an jî ji ber nexweşîyekê mirine.

Xebatên paqijkirina tirban wê di rojên pêş me de jî dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE