Li Çinara navçeya Diyarbekirê 2 mamosteyên muzîkê diçin gundan û dersa pîyano û gîtarê didin zarokan.
Mamoste Aylîn Tanrıverdî û Mert Sarigul ên ku li navçeya Çinarê wezîfeyê dikin bi navê "Zarokên Gundan Bila Bigihijin Xeyalên Xwe" projeyek amade kir.
Mamosteyan di vê çarçoveyê da çûn gundê Beşpinarê dersa pîyano û gîtarê dan zarokan û piştra li meydana gund konser da. Zarokan paşê bi mamosteyan ra stran gotin.
Mamoste Aylîn Tanriverdiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xeyala wê ya herî mezin ev bû wiha axivî:
"Hê ez nebibûm mamoste xeyala min ev bû. Min digot ez ê rojekê bibim mamoste û herim gundan û dersa muzîk û pîyanoyê bidim zarokan. Ez niha li vir im û di nav dengê çûkan û daran da dersê didime zarokan. Ez ji ber vê gelekî kêfxweş im."
Ji zarokan Zafer Suer jî got ku ew di jiyana xwe da cara ewil pîyanoyê dibîne û wiha axivî: "Ez gelek kêfxweş bûm. Li gundê me cara ewil e ku çalakiyeke wiha tê lidarxistin."
Guneş Topbalê jî got ku ew jî cara ewil e pîyano û gîtarê dibîne û wiha dewam kir: "Ez gelekî bi kelecan bûm. Dema min destê xwe li pîyanoyê da ji ber keyfê ez ricifîm. Ez gelekî şa bûm. Ez dixwazim ev proje bidome."