Li Hasankeyfê amadehiyên sezona turîzmê

Otelên navçeyê amade ne, li benda asayîbûn û sezonê ne

Li Hasankeyfê amadehiyên sezona turîzmê

Li Hasankeyfê amadehiyên ji bo destpêkirina sezona turîzmê dewam dikin. Otelên navçeyê û cihên dîrokî ji bo mayîn û gera turîstan tên amadekirin. Li Otela Sepanê ya Zanîngeha Batmanê amadehî dewam dikin…

Li aliyekî salonên xwarin û razanê tên amadekirin, li aliyê din xebatên amadehiyên li cihên dîrokî dewam dikin.

Bi gotineke din hemû navçe amadehiyê dike. Ev dîmen ji Hasankeyfa navçeya Batmanê ne.

Navçeya dîrokî him bi berhemên xwe yên kevin him jî bi gola bendavê gelekî bala welatî û turîstan dikişîne.

Li navçeyê xebatên ji bo sezona turîzmê bê sekin û tebat dewam dikin.

Li Otela Sepanê ya Zanîngeha Batmanê jî xebatên ji bo sezonê tên kirin.

Xebatkarên otelê hemû amadehiyên hewce ji serî heta binî kirin û li benda turîstan in.

Niha li navçeyê her kes li bendê ye ku heyama asayîbûnê dest pê bike û êdî turîst werin navçeyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE