Li Hasankeyfê kolanên arkeolojîk ên parastinê kuta dibin

Di kolanên li hewşa Dibistana Navînî ya Ataturkê û dewrûbera Mizgefta Er-Rizqê da berateyên medrese, hemam û qanaleke avê hatin dîtin

Li Hasankeyfê kolanên arkeolojîk ên parastinê kuta dibin

Ji bo ku berhemên dîrokî di binê Gola Bendava Ilısuyê da nemînin, xebatên kolanê yên ku tên meşandin, gihîştin ber bidawîbûnê.

Li Bendava Ilısuyê ku ji hêla hecma gewdeyê û dirêjiya kretê va piştî Bendava Ataturkê ya herî mezin e, pêşî li avê hatiye birîn da ku tijî bibe.

Herwiha ji ber vê çendê jî ji ber ku di bendavê da asta avê bilind dibe, tê plankirin ku heya dawiya vê mehê xebatên kolanê yên li hewşa Dibistana Navînî ya Ataturkê ya li Hasankeyfê bi dawî bibin.

Di çarçoveya xebatên Xilaskirin û Parastina Heyînên Çandî ya Bendava Ilısuyê û Projeya HESê ku bi beşdariya 15 jê arkeolog 79 kesan va tê meşandin da li hewşa Dibistana Navînî ya Ataturkê û dewrûbera Mizgefta Er-Rizqê ku ji bo Qada Parqa Çandî hat veguhestin, xebatên kolanê tên kirin. Di van kolanan da sîke, perçeyên mozaîkan, berateyên medrese, hemam û qanaleke avê yên ji serdema Artûqiyan hatin dîtin.

- Di binê berhemên ku hatin veguhestin da dîrok derket

Qaymeqamê Hasankeyfê Haluk Koç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku gelek berhemên dîrokî yên sereke yên ku diketin ber Gola Bendava Ilısuyê hatin veguhestin.

Koç bal kişand, berî ku ava bendavê bigihîje nava Hasankeyfê, xebatên kolanê dê kuta bibin û wiha dewam kir, "Xebatên kolanê hatin meşandin da ku ji hêla dîroka bajêr va were ronkirin ka di bin sûka rûxandî da çi heye. Di binê berhemên ku hatin veguhestin da dîrok derket. Di kolanên li hewşa Dibistana Navînî ya Ataturkê û dewrûbera Mizgefta Er-Rizqê da sîke, perçeyên mozaîkan û herwiha berateyên medrese, hemam û qanaleke avê hatin dîtin. Ji van berateyan em dibînin ku li Hasankeyfê bajarbûniyeke gelekî beriya vê serdemê heye."

- 65 metre bilind bû

Midûrê DSÎyê yê Herêma 16emîn Ali Naci Kosali jî diyar kir ku di Bendava Ilısuyê da asta avê bilez bilind dibe.

Kosali destnîşan kir ku di gola bendavê da miqdara avê derket milyarek û 250 milyon metrekûpî, bilindiya wê jî derket 65 metreyan.

Kosali bal kişand ku kolana arkeolojîk didome û wiha pê da çû:

"Berhemên di kolanan da hatin derketin dê bo muzeyê bên veguhestin û xebat bi vî awayî dê kuta bin. Av berî ku bigihîje Hasankeyfê xebatên kolanê dê kuta bibin. Herwiha berhemên ku ji vir derkevin dê bi şêweya sêber li Muzeya Hasankeyfê bên nîşandan."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE