Li Haymanaya Enqereyê şahiyên Xidirelezê hatin lidarxistin. Gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. Welatiyan him guh da muzîkan him jî govend gerand.
Stranbêjan kilam gotin...Tîma gelêrî govend gerand... Zarokan jî bi kûklayê kêf kir.
Li navçeya Haymanayê ya Enqereyê şahiyên Xidirelezê hatin lidarxistin.
Şahî li gundê Kutluhanê li nêzî tirba “Hüsameddin-i Ankaravi" hat kirin.
Şaredarê Haymanayê Özdemir Turgut got, ‘’Li vê derê berê jî ev şahî dihat lidarxistin. Demek bû ev şahî nedihat kirin. Lêbelê em dixwazin ev çand dewam bike. Ji bo vê jî me îro şahiya Xidirelezê li dar xist.
Di şahiyê de tîma erbanê jî hebû.
Tîmê him stran got him jî lîst.
Her wiha welatiyan jî ligel tîma folklorê govend gerandin.
Zarok jî nehatin jibîrkirin. Di bernameyê de ji bo zarokan gelek çalakiyên cuda hatin kirin.
Di dawiya bernameyê de li mêvanan xwarin hat belavkirin.