Li Hekariyê kêlikên Farisî û Erebî hatin dîtin

Di nivîsa ser kêlikanda qala 2 zarokên ji ber webayê mirine dikin

Li Hekariyê kêlikên Farisî û Erebî hatin dîtin

Li Hekariyê di dema xebatên serastkirina der û dora Goristana Binê Kelhê da kêlikên merzelan ên li ser nivîsên Farisî û Erebî hatine nivîsandin hatin dîtin.

Li goristana li Taxa Bîçerê hin welatiyan der û dora merzelê eqrebeyên xwe serast kirin û di dema xebatan da 2 kêlikên li ser wan nivîs hene dîtin.

Welatiyan haya eleqedaran pê xistin li ser vê arkeologên Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê û Yaşar Kaplanê Lêkolînerê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Hekariyê çûn herêmê û li goristanê lêkolîn kirin.

Di kontrolan da hat dîtin ku kêlikên merzelan ji sala 1825an mane û li ser wan bi Farisî û Erebî nivîs hene. Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê ji bo parastina kêlikan xebat dan destpêkirin.

- Li ser kêlikên merzelan qala 2 zarên ji ber webayê mirine dikin

Kaplanê Lêkolîner daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku herêm ji berê va wekî goristan hatiye bikaranîn.

Kaplan got ku li herêmê merzelên berê jî hene û wiha axivî: "Şahîdeya serî ya kêlikê bi Erebî hatiye nivîsandin. Li ser kêlikê dibêje ku di sala 1825an da 2 zarok ji ber webayê mirine. Li şahîdeya aliyê nigan jî bi Farisî nivîs hene. Çarîneke ku bi piranî li ser kêlikan tê nivîsandin nivîsîne. Gotunên wekî tu kes nikare ji mirinê xilas bibe hatine nivîsandin. Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê mijarê dişopîne. Hêviya min ew e ku di demeke kin da kêlikan hildin parastinê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE