Li bajarê dîrokî Mêrdînê êdî bi awayekî baş sezona turîzmê dest pê kir. Ji ber zêdebûna turîstan êdî li otelan hema bêje qet cih nemaye. Esnafên li bajêr ji ber hatina turîstan gelek kêfxweş in.
Piştî 2 salan li herêmê Mêrdîna bajarê turîzmê, sezana turîzmê dest pê kir.
Her roj bi hezaran turîstên xwecihî û biyanî berê xwe didin bajarê dîrokî.
Ji ber zêdebûna turîstan hema bêje êdî li otelan cih qet peyda nabe.
Acenteyên seyahetê jî hejmara seferên xwe yên li cihên dîrokî zêde kirin.
Bajarê Mêrdînê bi çand, berhem û xwezaya xwe ya taybet bala her kesî dikişîne ser xwe.