Li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdiyê xebatên ji bo rê dewam dikin

Li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdiyê xebatên ji bo rê dewam dikin

Alî Hamza Pehlîvanê Waliyê Şirnexê ji bo herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdiyê ya ji terorê hat paqijkirin got, "Niha çûyîn û hatina bi kontrol heye lê du demeke nêz da welatiyên me yê bi wesayîtên xwe bi rihetî herin û werin."

Pehlîvanê Walî bi Cemal Dalmanê Midûrê Ewlekariya Bajêr, Mîralay Murat Bozkurtê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr, Can Kazim Kurucayê Qaymeqamê Silopiyê, Mehmet Tunçê Qaymeqamê Cizîrê, Orhan Kalayê Midûrê Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî ra xebatên rê yên li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdiyê kontrol kir.

Pehlîvan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi piştgiriya Wezareta Karên Navxweyî va hetanî niha 50 kîlomêtro rê çêkirin.

Pehlîvan got xêncî rêya stabilîze 14 kîlomêtro rêya ji betonê jî temam dikin û wiha axivî: "Em ê di nav çend rojan da rê bigihînin herêma Sefîneyê. Li herêmê avakirina 22 bircên jiyanê hat temamkirin. Hinekên van li aliyê Silopiyê ne hinekên wan jî li aliyê Anilmişa gundê Şirnexê ne.

Pehlîvan got wekî mayîn Aselsanê li aliyê Anilmişê înşaeta baregeha moduler temam kir, li Cûdiyê xebatên avakirina heman baregehê jî ew ê biqede.

Pehlîvan bi bîr xist ku li bircên jiyanê cendirme û gund parêz 7 rojên hefteyê 24 saetan wezîfeyê dikin û wiha axivî: "Niha hewcedariya ceyranê bi jeneratorê dibînin. Di encama hevdîtinên bi DEDAŞê ra hatin kirin da ceyranê hetanî lûtkeya Cûdiyê were kişandin.

Pehlîvan axaftina xwe wiha domand:

"Li Cûdiyê rewşeke baş hat pêkanîn û dewam dike. Niha çûyîn û hatina bi kontrol heye lê du demeke nêz da welatiyên me yê bi wesayîtên xwe bi rihetî herin û werin. Ev quweta dewleta me nîşan dide. Ji ber vê piştgiriyê ji Birêz Serokomarê me û Wezîrê Karên Navxweyî ra sipas dikim."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE