Li Heskîfa nû muze tê çêkirin

Xebatên barkirina berhemên dîrokî dewam dikin û li Heskîfê wê muzeyeke hêja were çêkirin

Li Heskîfa nû muze tê çêkirin

Li Heskîfa nû, şaredarî muzeyeke zahf baş çêdike. Ev muze, çaxa ava berajê rabe, wê bibe giravek. Di vê muzeyê de wê gelek berhemên dîrokî werin raxistin. Her wiha ji heskîfa kevın, xebatên veguhestına berheman jî dewam dıkın.

Ev der navçeya Êlihê, Heskîfa nû ye.

Ji ber ku Heskîfa kevin wê di bin avê de bimîne, hemû berhemên dîrokî bar dikin dibin Heskîfa nû. Ji bo ku ev berhemên dîrokî werin pêşandin, niha li Heskîfa nû muzeyeke gelek baş tê çêkirin.

Ev muze li ser girekî ye û dema bendav temam be, ev der wê bibe giravek. Ev muze wê li herêmê bikeve nav muzeyên herî mezin. Lewra muze li ser 60 hezar metreçarçikî tê avakirin.

Di vê muzeyê de wê hemû berhemên ku ji Heskîfa kevin hatine derxistin werin raxistin. Her wiha ji Heskîfa kevin xebatên veguhestinê jî bi lez û bez dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE