Li Hewlêra paytextê herêma kurdan ya Iraqê cara ewil “hefteya nimayişê ya cilûbergan” hat lidarxistin. 35 dîzaynerên li herêma kurdan beşdarî nimayişê bûn.
Ev der paytextê Herêma Kurdan a Iraqê Hewlêre. Bi piştevaniya Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Herêma Kurdan li oteleke taybet cara ewil “hefteya nimayişê ya cilûbergan” hat lidarxistin.
35 dîzaynerên modayê yên ji Herêma Kurdan beşdarî nimayişê bûn.
Modelên ku bi giranî bi motîfên xwemalî hatibûn çêkirin, ji aliyê 60 modelan hatin nîşandan.Elaqeya ji bo nimayîşa cil û bergan zêde bû.