Li keleha dîrokî bi teleskopan kêfa çavdêriya esman kirin

Li keleha dîrokî bi teleskopan kêfa çavdêriya esman kirin

Li Diyarbekirê welatî eleqeyeke mezin nîşanî "Çalakiya Çavdêriya Esman a Zêrzêvanê ya Navneteweyî" nîşan didin.

Bi piştgiriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Werzişê, TUBÎTAK, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê û Ajansa Pêşketina Qerejdaxê li Diyarbekirê "Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzêvanê Diyarbekirê ya Navneteweyî ya 2021ê" tê kirin.

Çalakî wê heta 4ê Îlonê li nêzîkî Çinara navçeya Diyarbekirê li Keleha Zêrzêvanê ya ku 3 hezar salî ye dewam bike. 

Gelek kesên ji nav welêt û dervayî welêt hatine stantan geriyan û bi teleskopê çavdêriya esman kirin.

Zarokan jî di atolyeyên ceribandinê da qabiliyetên xwe nîşan dan, balafira ji bo wan hatiye diyarîkirin firandin.

Piştî şîvê kesên hatine ziyareta kelehê bi çavdêriya pisporan teleskop dan ber çavê xwe û li esmanan nihêrîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE