Li Kelha Zerzevanê gustîla bronz û fîqa hestî ya 1600 salî hat dîtin

Li Kelha Zerzevanê gustîla bronz û fîqa hestî ya 1600 salî hat dîtin

Li Kelha Zerzevanê ya 3 hezar salî ya di heyama Împaratoriya Romayê da wekî "wargeha eskerî" hatiye bikaranîn a li Çinara navçeya Diyarbekirê gustîla bianaxtar a bronz û fîqa ji hestî hatiye çêkirin a 1600 salî hat dîtin.

Di kordinasyona Wezareta Çand û Turîzmê da bi piştgiriya Walîtî, Saziya Kar a Tirkiyeyê, Muzeya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin, Qaymeqamtiya Çinarê, Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê, Zanîngeha Dîcleyê, Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê û Safîr Tuzê va xebatên vekolanê ji sala 2014an vir da dewam dikin.

Hetanî niha li qadê, birca çavdêriyê, birca parastinê, dêr, avahiya rêvabirinê, xanî, depoyên sîlah û genim, perestgehên binê erdê, sitargeh, merzelên kevirîn, kanalên avê, sarnicên avê hatin derxistin, niha jî li kelhê gustîla bianaxtar a bronz û fîqa ji hestî hatiye çêkirin a 1600 salî hat dîtin.

Doç. Dr. Aytaç Coşkunê Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zerzevanê di civîna çapemeniya ya li kelhê da diyar kir ku di vekolanên li kelhê da cara ewil e gustîla bianaxtar a bronz û fîqa ji hestî hatiye çêkirin hat dîtin. Coşkun destnîşan kir ku fîq wekî du parçeyan dîtin û bi hev va kirin, fîq ji hestiyê lingê pêz hatiye çêkirin û qulên wê hatine vekirin, li ser fîqê yeka wan şikestî 6 qul hene di sedsalên 4 û 5an da hatiye çêkirin.

Coşkun got fîq nîşan dide ku kesên li Zerzevanê jiyana xwe domandine eleqe nîşanî muzîkê dane, ji ber vê jî fîq girîng e û gustîla bianaxtar jî balkêş e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE