Li Kerkûkê hunerên destan

Hoste Haydar behsa xebatên xwe yên seramîkê kir.

Li Kerkûkê hunerên destan

Haydar Kemal li Kerkûkê bi navê “Heydarî Seramîk” tê zanîn. Ji seramîkê vazo, îskan û gelekên berhemên din çêdike. Nûçegihanê TRT’ê li Kerkûkê çû serdana Haydarî Seramîk.

Haydar Kemal li Kerkukê hosteyekî jêhatî yê seramîkê ye.

Bi nasnavê Haydarî Seramîk tê zanîn. Beşeke mala xwe ji bo berhemên seramîkê veqetandiye.

Hoste Heyder ji seramîkê berhemên kurdewarî yên wekî vazo, qedeh û qevanozan çêdike.

Hoste Heyder dibêje ku di zarokatiya xwe de bi heriyê dest bi vî karî kiriye û xwe bi pêş xistiye.

Hosteyê jêhatî dibêje ev kar, ê bav û kalan e û jê re maye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE