Fikret Geliciyê astengdar ku li Şemzînana Colemêrgê dijî, bi berhem û tiştên ku çêdike û difiroşe debara mala xwe dike. Bi taybetî jî kofî, poşî, lepik û goreyên ku ji destên wî derdikevin gelek tên ecibandin.
Astengdariya wî ji bo xebatê nebû asteng.Lewra li malê li ser kursiya xwe ya astengdaran berhemên gelek balkêş çêdike.
Fikret Geliciyê Şemzînanî ku ji piyên xwe astengdar e, tevî malbata xwe berhemên destkarî yên wekî kofî, pôşî, lepik, gore û kemberê çêdike û difiroşe.
Geliciyê ku eşya û tiştên balkêş çêdike li Şemzînanê jî gelek tê nasîn.Lewra gelek kewaniyên bajêr di dawet û rojên taybet de bi xemlên Gelici dixemilin.
Fikret Gelici bi çêkirina van berheman him debara mala xwe dike him jî zarokên xwe dide xwendin.