Lı Malatyayê xwarinên herêmî

Ev lokanta xwarinên mehelî yên berê çêdike

Lı Malatyayê xwarinên herêmî

Xwarinên Meletiyê bi nav û deng in. Lê mixabin li malan êdî ew xwarinên dapîran nayên çêkirin. Ji bo çanda xwarina herêmî neyê jibîrkirin loqenteyek her roj 10 şîvên taybet çêdike.

Mitbexa Mezopotamyayê li dinyayê ya herî dewlemend û bitehm e.

Bajarê Meletiyê jî di çanda xwarinên herêmî de cihek girîng digire.

Lê mixabin li Meletiyê xwarinên bapîr û dapîran êdî li malan nayên çêkirin û tên jibîrkirin.

Bi saya vê loqenteya taybet çanda xwarinên mehelî dewam dike.

Di loqenteyê de herî zêde; kutlik, hûr û roviyên dagirtî, anali kizli, aprax,tirşik û şêrineya mişmişan tê çêkirin.

Xwarinên ku bi taybet bi destê kevaniyan tên çêkirin bi nanê germ servîsî mûşteriyan dikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE