Li Mêrdînê muzeya ewil a çand û hunerê tê vekirin. Amadehî temam bûn. Di muzeyê de gelek berhemên hunera destan hene.
Li bajarê Mêrdînê gelek muze hene.
Niha jî li wir dê Muzeya ewil a Çand û Hunerê vebe.
Kevnargeh li ser kolana Artûklûyê û di nava xaniyên berê de ye.
Muzeya Çand û Hunerê bi ked û xebatên Serokê Komeleya Turîzm û Otelkarên Mêrdînê ÖZGÜR AZAD GÜRGÖR hat çêkirin.
Li wir wê him perwerdeya def û govendan, him jî dersa hunera dengbêjiyê bê dayîn.
Di muzeyê de gelek odeyên çand û hunerê hene.
Muzeya Çand û Hunerê wê heta mehekê vebe.