Li Meletiyê Kevneşopiya "Nîvê Zivistanê"

Di vê çarçoveyê de şano tê lîstin, ji malan erzaq tê berhevkirin û sawar tê çêkirin.

Li Meletiyê Kevneşopiya "Nîvê Zivistanê"

Li Hekîmxana Meletiyê bi salan e ku bi navê "Nîvê Zivistanê" kevneşopiyek tê domandin. Di çarçoveya vê de şano tên lîstin. Lîstikvan ji malan erzaqan berhev dikin û bi van erzaqan sawarê çêdikin. Her wiha gel bi kêf û coşeke mezin bi hev re govendê digerîne.

Li bajarên herêmê ji bona zivistanê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Ji van yek jî li navçeya Hekîmxanê ya Meletiyê tê lidarxistin. Çalakî bi salan e ku bi navê "Nîvê Zivistanê" tê kirin.

‘’Ev çalakî ji Asyaya Navîn hatiye welatê me. Em jî vê yekê didomînin. Bi saya vê çalakiyê em tên cem hev. Di nav gel de piştevanî xurttir dibe. Em dixwazin zarokên me jî vê yekê berdewam bikin.’’

Di çarçoveya çalakiyê de ji malan erzaq tê berhevkirin. Bi van erzaqan sawar tê çêkirin.

Her wiha şano tê lîstin û gel bi hev re govendê digerîne.

Ji bo vê çalakiyê ji navwelêt û derwelêt gelek kes tên Hekîmxanê û bi hev re demên xweş derbas dikin.

Çalakiya Nîvê Zivistanê her sal di meha sibatê de tê lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE