Li Midyadê gavên asayîbûnê

Cihên dîrokî yên li Midyadê ji bo îbadet û serdana turîstan vebûn

Li Midyadê gavên asayîbûnê

Li Midyada Mêrdînê cihên dîrokî yên wek dêr û manastir him ji bo îbadetê, him jî ji bo serdana turîstan hatin vekirin.

Bi kuçe û kolanên xwe yên dîrokî, bi mizgeft, dêr û manastirên xwe yên kevnare cihekî nuwaze ye.

Ev dîmen ji Midyada navçeya kevin a Mêrdînê ne.

Hemû cihên dîrokî yên li navçeyê ji ber vîrûsa koronayê hatibûn girtin.

Bi gavên asayîbûnê re li Midyadê jî cihên dîrokî him ji bo îbadetê him jî ji bo turîstan hatin vekirin.

Rayedarên navçeyê ji welatî û turîstan dixwazin ku her kes li gorî tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hereket bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE