Li Midyadê kursa resiman

Zarok, ciwan û astengdar di kursê de fêrî çêkirina resman dibin

Li Midyadê kursa resiman

Li Midyada Mêrdînê ji bo zarok, ciwan û astengdarên bajêr kursa çêkirina resman hat vekirin. Di kursê de ku ji aliyê navenda perwerdeya gel ve hat vekirin, kursiyer him fêrî teknîkên çêkirina resman dibin him jî hevnasî û hevaltiya xwe xurt dikin.

Li Midyadê kursa çêkirina resman hat vekirin.

Di kursê de zarok, ciwan û astengdarên bajêr hînî teknîkên çêkirina nîgaran dibin.

Ciwanên ku dixazin têkevin îmtihanên hunerê jî tên li vir bi saya mamosteyên kursê xwe pêş ve dibin.

Kursiyer, bi saya vê kursê him hunera xwe pêş dixin, him jî hevnasî û hevaltiya xwe xurt dikin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE