Li Midyada Mêrdînê Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel, ji bo jinan kursa honandinê da destpêkirin. Mamoste û kursiyer bi ta û derziyê, selik û zembîlan çêdikin û difiroşin.
Navenda Perwerdeya Gel a Midyadê projeyên xwe yên ji bo jinan didomîne.
Midûriyetê navenda gel vê carê jî ji bo jinên navçeyê kursa honandinê da destpêkirin.
Kursiyerên jin li navendê hînî çêkirina, çente, selik û zembîlan dibin.
Kursiyer bi saya van kursan hînî tiştên nû dibin û bi berhemên ku çêdikin pere qezenç dikin.