Li Midyadê, bi belgeyên fermî yên dîrokî pêşaneyek hat vekirin. Di pêşaneyê de bi belgeyên dema Eyyubî, Osmanî û cumhuriyetê dîroka Mîdaydê hat pêşkêşkirin.
Derbarê dîroka Midyadê de gelek agahî hene. Lê hin agahî ne li gorî belgeyên fermî ne.
Li Midyadê li gorî agahiyên ku di rojnameya fermî de hatine weşandin pêşaneyek hat vekirin.
Di pêşaneyê de belgeyên dema Eyyubî, Osmanî û Cumhuriyetê yên derbarê Midyadê de hatin pêşkêşkirin.
Bi van belgeyan tê xwestin derbarê dîroka navçeyê de pirtûkek bê derxistin.