Li Midyatê kursa şanoyê hat vekirin

Şanogerên ciwan lîstika xwe ya ewil pêşkêş kirin 

Li Midyatê kursa şanoyê hat vekirin

Li Midyada Mêrdînê di bin banê navenda perwerdeya gel de kursa şanoyê hat vekirin. şanogerên ciwan piştî perwerdeya 4 mehan lîstika xwe ewil li ser dikê pêşkêşî temaşevanan kirin. 

Li Navenda Perwerdeya Gel a Midyadê kursên cuda tên dayîn. 

Yek jî wan jî kursa şanoyê ye. 

Gelek ciwan bi kelecaneke mezin tevlî dersên kursa şanoyê dibin. 

Di çarçoveya kursê de ji diksiyon, bêhn û makyajê heta şano û nivîsandina skêcan agahiyên girîng tên dayîn. 

Şanogerên nû piştî perwerdeya 4 mehan lîstika xwe ya ewil li ser dikê pêşkêşî temaşevanan kirin. 

Di lîstikê de temaşevan bi têra dilê xwe keniyan. 

Kursiyerên ciwan dixwazin ku di rojên bê de bibin lîstikvan û şanogerên mezin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE