Li Mêrdînê avahiya 300 salî hem pirtûkhezan hem jî pişîkan diezimîne

Li Mêrdînê avahiya 300 salî hem pirtûkhezan hem jî pişîkan diezimîne

Li bajarê qedîm Mêrdînê avahiya bi qasî 300 salî ya ku veguherandin sehafê, tevî hezkirina pirtûkan hezkirina ajalan jî fêrî însanan dike.

Xaniyê dîrokî yê li Taxa Şarê ya navçeya navendê Artukluyê, bi projeya sala 2018an a Muzeya Mêrdînê va ji bo 2 salan wekî pirtûkxaneya zarokan xizmet da.

Şêniya bajêr Ezgi Teka ku ji pirtûkan hez dike, di vê navberê da di ciyekî piçûk ê li rexê pirtûkxaneyê da sehaftî kir.

Piştî temambûna projeyê, Tekê avahî kirê kir û veguhert sehafa bi navê "Kebîkeç".

Sehafa ku zêdeyî 5 hezar pirtûk lê hene, ji xeynî pirtûkhezan deriyê xwe bo bi qasî 15 pişîkên kolanan jî vedike.

Li bajêr bêtir jin û zarok eleqeyê nîşanî sehafê didin û li wir di heman demê da ji pişîkan jî hez dikin. Çi xwemalî çi biyanî turîstên tên bajêr jî tên serdana sehafê.

Sehaf Ezgi Tekê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew sehafa jin a ewil a Mêrdînê ye û wiha got, "Hezkirina min a ji pirtûkan hê gava ez zarok bûm dest pê kir. Min pirtûkên xwe yên bi qasî 20 qoliyan firotin û pê sehaf vekir. Li vê derê me xwest di atmosfereke nav pirtûk û pişîkan da em ji bo zarokan bibin rol model da ku ji xwendinê hez bikin. Em wê yekê jî fêrî zarokên xwe dikin ku divê meriv ji ajalan hez bike, zirarê nede wan û miqatî wan be jî."

Tekê bal kişand ku ji qasî pirtûkan eleqeya ji bo pişîkan jî zêde ye û wiha got, "Hinek muşteriyên me hene bi tenê ji bo pişîkan tên. Ev der bi rastî ciyek e ku zarok, navsere, pirtûk û ajal tên cem hev. Em li benda zarok û navsereyan in ku bên vir pirtûkan bixwînin, ji pişîkan hez bikin û her wiha çayê vexwin."

Asmin Meryema 10 salî ku gelek carî tê sehafê diyar kir ku ew digel diya xwe tê sehafê û pir kêfa wê ji vir ra tê.

Elif Ercana ku li Almanyayê dijî û hatiye Mêrdînê û ji xwe ra digere jî got ku gava ew rastî vê sehafa ku pirtûk û pişîk cem hev in hat, gelekî kêfa wê pê ra hat.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE