Li Mêrdînê pêşangeha "Wêneyên Koçer"

Pêşangeha 25 hunermendên ku ji bajarên cuda li ser mijara "koçeriyê" berhem çêkirine wê heta 21ê îlonê li Muzeya Mêrdînê vekirî bimîne.

Li Mêrdînê pêşangeha "Wêneyên Koçer"

Li Mêrdînê pêşangeha "Wêneyên Koçer" yên 25 hunermendî hat vekirin.

Pêşangeh li Galeriya Hunerê ya Muzeya Mêrdînê hat vekirin. Di pêşangehê da 30 berhem tên nîşandan.

Midûrê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan destnîşan kir ku ew bi vekirina pêşangeheke nû gelekî kêfxweş bûne û pêşangeh wê heta 21ê îlonê vekirî bimîne. Erdogan got wisa bawer dikin ku wê bi hunerê li herêmê bûyerên nebaş kêm bin û wiha axivî:

"Bi saya nifşên nû yên bi hunerê eleqedar û qiymeta demokrasiyê dizanin wê aştiyê binîne vê cografyayê. Ji bo vê jî muzeyên bajêr gelekî girîng in. Muze hişên navendan in. Civatên qiymeta vê dizanin wê berê xwe bidine paşerojê û li gor wê jî dikarin pirsgirêkên îro çareser bikin."

Muhîp Suelturkê resam jî li ser navê hunermendan axivî û got ku wî bajerê Mêrdînê ecibandiye û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş e.

Filîz Kokaya ji Enqereyê hatibû jî got Mêrdîn bajarekî gerdûnî ye û ji ber pêşkêşkirina berhemên xwe gelekî dilgeş bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2018, 10:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE