Xwendekaran di çarçoveya projeya "Zanist û Huner li ser Dikê Tên Cem Hev" a Zanîngeha Muş Alparslanê (MŞU) û TUBÎTAKê da şanoya Hecîvat-Qeregoz nimayiş kir.
Şanoya duyemîn a Hecîvat-Qeregoz ya di çavdêriya Hunermendê Şanoya Tirk a Edetî ya Wezareta Çand û Turîzmê û Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Makezanista Perwerdeya Pêşdibistanê ya MŞUyê Erdinç Ocal da li Navenda Kongre û Çandê ya 1071 Milazgir a MŞUyê hat nimayişkirin.
Ocal di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew bi çalakiyên hunerî, zanist û zanyaran bi xwendekarên dibistana navînî didin naskirin.
Ocal diyar kir ku di projeyê da huner û zanist bûn yek û wiha dewam kir, "Kêfa xwendekarên gelekî pê ra tê. Em serê sibehê xwendekaran ji malên wan werdigirin û em taştê dikin. Dû ra em ligel xwenderên xwe li ser mijara rojê dixebitin."AA