Li Mûşê kevneşopiya "rêsîna kem"an berdewam e

Li Mûşê kevneşopiya "rêsîna kem"an berdewam e

Li Vartoya navçeya Mûşê welatî kevneşopiya "rêsîna kem"an didomînin.

Li gundê Beşikkayaya ku bi qasî 25 kîlometroyan dûrî navçeyê ye, cotkar û heywandar, kevneşopiya xwe didomînin.

Gundî giyayên ku çinîne li hev radipêçin û dirêsin, rêsiyên wê herêmê ku mîna werîsan zirav in, pê giyayên mayî û yên di balyayan de tên girêdan, piştre di kadîn û axoyan de ji bo zivistanan tên hilandin.

Ji gundiyan Hidir Doganê 69 salî anî ziman ku ew giyayê ku mîna werîs dirêsin pê devê balyayan girêdidin.

Dogan destnîşan kir ku ew werîsên ku tên çêkirin hem ekonomîk û him jî qewîn in û got, "Li gundê me xelk vê kevneşopiyê didomînin. Heta beriya bi çend salan, li hemî qadên gundewarî ev kar dihat kirin. Nuha ji bilî gundê me ten çend gund vê kevneşopiyê diajon. Ev giyayên ku dibin alif û êmên heywên bi qîmet in, piştî ku em diçinin, em bi van kemên rêsandî girêdidin û di kadîn û axuran de hiltînin."

Ji gundiyan Alî Dogan jî wiha got, "Em pêşî giyayê ter şil dikin, em du kes her yek bi seriyekî digirin û li hev dipêçin û dirêsin. Rêsîna kemê kevneşopiyeke kevin e. Welatî bi piranî ji dêvla wê kendîrê bikar dibin. Lê emê vê kevneşopiyê bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE