Li Muşê di heyama şewba koronayê de eleqeya ji bo hunera muzîkê gelek zêde bû. Ji ber kursiyerên nû li navenda perwerdeya gel û ciwaniyê 3 kursên tembûrê û 2 jî yên neyê hatin vekirin.
Şewba koronayê pêşî li gelet tiştan girt û gelek xebat dan sekinandin.
Lê tevî wê carinan jî bo kirina hin kar û xebatan derfetan jî çêdike.
Li Muşê gelek kes ji ber acizbûna li malê dixwazin beşdarî kursên hunerê bibin.
Hin ji wan kursan jî li Navenda Perwerdeya Gel û Ciwaniyê ne.
Bi dehan kursiyer ji bo hînî tembûr û neyê bibin serî li kursên hunerê didin.
Ji ber kursiyerên nû 3 kursên tembûrê û 2 jî yên bilûra neyê hatin vekirin.
Mamosteyên navendan ji eleqeya kursiyeran gelek kêfxweş in û dixwazin zêdetir kes bên kursan.