Li Muşê kursên şaredariyê vebûn

Tevdîrên hewce hatin girtin, kursiyeran dest bi dersan kir.

Li Muşê kursên şaredariyê vebûn

Kursên Şaredariya Muşê ev çend meh in ji ber koronayê girtî ne. Ji bo ku rewş ber bi başbûnê ve diçe, kurs hêdî hêdî dest pê dikin. Bi vebûna kursan herî zêde jî jin kêfxweş bûn.

Deriyên kursê ev çend meh in girtî ne; makine naşixulin, kursî vala ne.

Kursên ristin, zinaeta xemlandinê, neqşandin û yên din..

Malên Fêrbûnê yên girêdayî Şaredariya Muşê bi mehan e ji ber koronayê girtî bûn.

Lê êdî ji ber ku nexweşî kêm dibe di çarçoveya tevdîran de hêdî hêdî vedibin.

Ji bo tevdîran hejmara kursiyeran hat kêmkirin û ji bo ku ji hev dûr rûnin kursî li gorî wê hatin rêzkirin…

Xwendekarên ciwan jî tên vê derê; him dersan dixebitin him jî bi saya înterneta belaş tevlî dersên onlînê dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE