Çiyayê Nemrûdê ku di nava sînorên Kahtaya navçeya Adiyamanê de ye, cihek wisa ye ku bi awayekî herî baş avabûn û hilatina rojê lê tê dîtin.
Çiyayê ku bi qasî 2 hezar û 206 metroyan bilind e û li serê tirmalk û peykerên bi qasî 50 metro bilind û xwedan 150 metro tîrebazinî yên ji dewra Keyaniya Kommageneyê ve mayî, lê hene, îsal piştî sistkirina rênimayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) dest bi ezimandina geştiyaran kir.
Geştiyar dema diçin Çiyayê Nemrûdê di çarçoveya rênimayên dijî Kovîd-19ê de, germahiya laşê wan tê pîvan û bi merca bikaranîna maskeyê diçin serê çiyê û dibin şahidê avabûn û hilatana rojê.
AA