Li Paluya navçeya Elazığê cî û warên dîrokî wê bên parastin.
Qeymeqamê Paluyê Tayfun Delî diyar kir ku navçe bi dîroka xwe ya 7 hezar salî va li herêmê ji cîhên herî kevn yek e.
Delî destnîşan kir ku pireya bikember a ewil a ser çemê Mûradê, Kelha Paluyê, Nivîsteka Zinar a Urartuyan, mizgeft, himam û dêr jî di nav da 33 berhemên dîrokî yên pesendkirî li navçeyê hene û bi kolanên bên kirin va jî hêj gelek berhemên ku li benda kifşkirinê ne jî wê derbikevin meydanê.
Di axaftina xwe da Delî got: "Me dor û berê Mizgefta Biçûk a Paluyê û Dêra Surplusovorîç a ku bûye hedefa defîneger û wargeha heywanên serberedayî girt û wan deran hilda bin parastinê. Li wê derê 24 saet wê kontrolkirin hebe."
AA