Li Qesra Îshaq Paşayê defîle çêbû

Manken û modavanên navdar cil û bergên zivistanê nîşan dan

Li Qesra Îshaq Paşayê defîle çêbû

Qesra Îshaq Paşayê li Doğubeyazıta Ağrıyê ye û cihekî dîrokî ye. Ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakiyên li wir hatibûn sekinandin. Lê tevdîr sist bûn, manken û modavanên navdar defîleya zivistanê li dar xist.

Li Qesra îshaq Paşa ya li Doğubeyazıta Ağrıyê ji ber şewba vîrûsa koronayê bi mehan e çalakî nedihatin lidarxistin.

Piştî ku tesîra şewbê kêm bû manken û modavanên navdar di Qesrê de defîleya kincên zivistanê çêkir.

Di defîleyê de cil û bergên zivistanê hatin nîşandan. Ew hemû jî bi malzemeyên xwemalî hatin çêkirin.

Bi çalakiyên wisa berhemên dîrokî yên li herêmê jî tên nasandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE