Li Quntara Katoyê Mihrîcana Berxbirînê

Li zozanên Beytüşşebapê mihrîcana berxbirînê hat lidarxistin

Li Quntara Katoyê Mihrîcana Berxbirînê

Şaredariya navçeya Bêşebaba Şirnexê li zozanên navçeyê yên li Quntara Çiyayê Qatoyê mihrîcana berxbirê li dar xist. Alîkarê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Prof. Dr. A. Haluk Dursun jî beşdarî mıhrîcanê bû.

Şaredariya Bêşebaba Şirnexê îsal jî Mihrîcana Berxbirînê li dar xist.

Ligel Alîkarê Wezîrê Çand û Tûrîzmê gelek rayedar û welatî beşdarî mihrîcanê bûn.

Di mihrîcanê de govend hatin gerandin, berx hatin qusandin û li ser sêlan goştê berxan hat pijandin.

Alîkarê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Prof. Dr. A. Haluk Dursun got,”Em girîngiyê didin çar aliyên Tirkiyeyê.”

Dîsa em girîngiyê didin yekîtî, pevrebûn û aramiya Anadoluyê. Lewra gava aramî û bereket hebe bi van re jî wê çand û huner hebe. Her wiha bi ewlehiyê re wê tûrîzma herêmê jî zêdetir bibe.’’

Welatiyên herêmê jî ji bo mihrîcanê kêfxweşiyên xwe tînin ziman û dixwazin zêdetir mihrîcan werin lidarxistin.

Ji Mihrîcana Berxbirê ya li quntara Qatoyê jî ev dîmenên rengîn û xweş man.

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE