Şaredariya Bajarê Mezin a Şanlıurfayê bi slogana “li her derê huner” projeyek da destpêkirin. Di atolyeya hunerên ebrû û seramîkê de zarok xeyalên xwe li ser kaxiz û amûrên cuda nexş dikin.
Şaredariya Şanlıurfayê ji bo zarok bi hunerê re mijûl bibin bi navê “Li Her Derê Hûner” projek da destpêkirin.
Nava hefteyê 5 rojan, mamoste diçin pêşdibistanan û hunera Ebru û Seramîkê nîşanî wan didin.
Zarok bi kêf û kelecaneke mezin berhemên ji hev delaltir û orjînal çêdikin.
Zarok û mamosteyên ku li gorî rêzikên şewbê jî hereket dikin dixwazin huner li her derê be.