Li Semsûrê goreke dîrokî hat dîtın

Gora ku ji heyama Romayiyan maye dê ji bo serdana turîstan bê vekirin

Li Semsûrê goreke dîrokî hat dîtın

Li Gergera Semsûrê, goreke dîrokî hat dîtin. Li ser gorê bi zimanê grekî hêviyên dê û bavê xortê 23ê salî hatine nivîsin. Rayedarên bajêr ji bo turîzma herêmê geş bibe, dixebitin.

Li Gergera Semsûrê goreke di wexta Romayiyan de hatiye çêkirin hat dîtin.

Li ser gorê peykerek û nivîsên bi zimanî Yewnanî ango Grekî hene.

Dîroknas û rayedarên herêmê niha li ser gorê xebatan dikin.

Piştî xebat bên temamkirin cihê gora dîrokî dê ji bo serdana turîstan bê vekirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE