Li Semsûrê şahiya xwarinê

Di çalakiyê de xwarinên herêmî hatin nasandin

Li Semsûrê şahiya xwarinê

Li Semsûrê ev 2 sal in festîvala ecînê tê lidarxistin. Îsal festîval wek “şahiya gastronemiyê” hat organîzekirin; xwarınên herêmî li cem hev hatin rêzkirin. Her wiha koma muzîkê ya belediyê jî ji mêvanan re istira...

Walîtî û Şaredariya Semrûrê bi hevkariya Ajansa Pêşketinê ya Îpekyoluyê, zanîngeha bajêr, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê organîzasyoneke hêja li dar xist.

Beriya vê ev organîzasyon wek “Festîvala Çîgê Goşt” dihat çêkirin. Lê îsal bi navê Rojên Gastronomiyê hat sazkirin. Loma jî digel ecînê, xwarinên din ên herêmî jî hatin nîşandan.

Rayedarên bajêr, rêvebirên organîsazyonê û welatî bi koma mehterê re ji Parka Mîmar Sînanê heta Parka Demokrasiyê meşiyan.

Mêvan çûn ser standên şîv û xwarinên herêmî. Rayedaran ecîn îkramî welatî û rojnamegeran kir.

Ekîba Herfaneyê ya Şaredariya Semsûrê ji bo mêvanan kilam û stran gotin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE