Li ser dendikê hêjîrê sureya Îxlasê nivîsî

Necatî Korkmaz li dinyayê ji kêm kesan e ku peykertraşiya mîkro dike û piştî xebata 6 mehan bi mûyê pîrhevokê va li ser dendikê hêjîrê sureya Îxlasê nivîsî

Li ser dendikê hêjîrê sureya Îxlasê nivîsî

Necatî Korkmaz li dinyayê ji kêm kesan e ku peykertraşiya mîkro dike û piştî xebata 6 mehan bi mûyê pîrhevokê va li ser dendikê hêjîrê sureya Îxlasê nivîsî.

Li Navenda Hunerê û Qada Pêşandinê ya Mînyaturên Mîkro ya Necatî Korkmaz a Şaredariya Kuşadasiyê 40 berhemên Korkmaz ên ku tenê bi mercek an jî mikroskopê va dixûyên, tên pêşandin.

Di nav berheman da bismillaha ku li ser têla por hatiye nivîsîn, tizbiya ku ji dendikên hêjîrê hatiye çêkirin û li ser 99 navên Xwedê hatine nivîsîn, li dinyayê bîbloya herî piçûk, kişik û berhemên destxet hene.

Korkmaz vê carê jî li ser dendikê hêjîrê sureya Îxlasê nivîsî. Sure tenê bi mîkroskopê tê dîtin. Berhem wê ji hefteya pêş me pê va ji bo ziyaretê were pêşandin.

Necatî Korkmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di muzeyê da berhemên keda wî ya 30 salî hene û gelek ji berheman "li dinyayê tenê" ne.

Korkmaz destnîşan kir ku hunermendê xetê Seyyîd Qasim Gubarî 400 sal berê sureya Îxlasê li ser heba birinc nivîsî û wî jî xwest heman sureyê li ser dendikê hejîrê binvîse.

Korkmaz diyar kir ew serbilind e ku sureya Îxlasê li ser dendikê hêjîrê bi cî kir û wiha dewam kir: "Ez 6 mehan pê da ketim û min sure li ser dendikê hêjîrê bi cî kir. Ev xebat li dinyayê bû destxeta herî piçûk."

Korkmaz got ku "Ez bi sebr û eşqê va şev û roj bi vî karî da ketim" û wiha dewam kir:

"Ev kar bi firçeyên piyaseyê va nabe. Firçeya min mûyekî pîrhevokê ye. Ew jî 0,02 mîlîmêtre ye. Ango me bi mûyekî tenê va nivîsî. Me xetayên derdora wê jî bi derziya mozekê va rast kirin. Di nav 6 mehan da sedan carî xera bû nivîsa me. Me cardin bi sebr û sebatê ceriband."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE