Hûnerhezekî Bingölî li ser înternetê dengbêjên herêmê dike mêvan û pêşbaziyê li dar dixe. Roja yekşemê jî wê wek pêşbaziya fînalê bernameyê çêke. Dengbêjî ku bibe yekemîn jî wê wek xelat zêrekî çaryek bistîne.
Di dema şewba koronayê de wekî her kesî ew jî li malê bû û zêdetir li ser înternetê wext derbas dikir.
Hûnerhezê Bingölî ferq kir ku her kes wekî wî ye û wî jî dest bi weşanên zindî kir.
Weke bernameyeke televîzyonê mêvanên wî jî hene; carna bi wan re sohbet dike carna pêşbaziyan li dar dixe.
Ji bo ku ji dengbêjan zehf hez dike piraniya mêvanên wî jî dengbêjên herêmê ne.
Di pêşbaziya fînalê de 4 dengbêj wê klamên xwe bistrên.
Ji bo kesên yekemîn jî wê wek xelat zêrekî çaryek bê dayîn.