Li Midyata Mardinê, komeleya zaxûranê, ji bo agahdarkirina kesên bi tirkî nizanin xebatek da destpêkirin. Wezîfedarên komelê diçin malên kesên emirmezin û derbarê vîrûsa koronayê de, bi kurdî agahiyan didin wan.
Komeleya Hevkarî û Alîkariya Civakî ya Zaxûranê ya li Midyatê, ji bo kesên emirmezin xebatek da destpêkirin.
Bi vê xebatê tê xwestin ku kesên emirmezin û bi Tirkî nizanin, derbarê vîrûsa koronayê û tevdîrên li dijî wê de werin agahdarkirin.
Di vê çarçoveyê de peywirdarên komelê, mal bi mal digerin û bi Kurdî agahiyan didin kal û pîran.
Welatî jî ji xizmeta komeleyê qayîl in.
Her wiha Yekîtiya Ewropayê jî di çarçoveya Bernameya Ramana Civakî de piştgiriyê dide vê xebatê.