Li ser text û daran wêneyan nexş dikin

Bi şewatê wêneyên cih û warên dîrokî yên Mardinê xêz dikin

Li ser text û daran wêneyan nexş dikin

Xwendekarên lîseyeke li Midyatê ji bo bajarê xwe bidin nasîn wêneyan çêdikin. Xwendekaran bi saya şewatê li ser textik û daran rismên avahiyên dîrokî yên Mardinî nexş dikin.

Xwendekarên Lîseya Anadolê ya bi navê Aziz Önen ji bo bajarê xwe bidin nasîn dest bi projeyekê kirin.

Xwendekaran bi rêberiya mamosteyên xwe li ser dar û textan bi agir wêneyan çêdikin.

''Ev xebateke li ser şewitandinê ye, bi makîneyekê exşab tên şewitandin. Ev xebat û huner li gorî dîroka Mêrdînê ye. Berhemên ku tên çêkirin wekî kevirên Mêrdînê ne. Hevalên me hemû keç in, bi vê xebatê him bajarê xwe didin nasîn him jî hînî hunerekê didin.''

Di kursa hunera neqşa dar û textan de xwendekar li ser textan rismên cih û warên dîrokî çêdikin.

Xwendekarên ciwan û jêhatî dixwazin piştî xebatê pêşaneyekê vekin û bajarên xwe bidin nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE