Li Şırnakê kevneşopıya rîstına xalîçeyan bı sedan salan e bı destê jınan dewam dıke. Bı saya wan hım çand û hunera herêmê dewam dıke hım jî jın debara mala xwe dıkın.
Xalîçeyên herêmî yên bi sedan salan hêj jî tên rîstin..
Jinên Şırnakê ji bo edetên bav û kalên wan bêxwedî nemînin, dest bi çêkirina xalîçeyan kirin.
Li Bêşebab û Qilebanê xanim û kebanî xalîçeyên Jîrkiyan çêdikin..
Ev mehfûr, li herêmê bi nav û deng in.
Pêşî hiriyê dirîsin, pişt re bi kokên gihayan, bi awayekî sirûştî boyax dikin.Paşê tevn dest pê dike… bi dest û roniya çavan xalîçe tên çêkirin.
Motîfên herî zêde tên çêkirin jî gulsarya, gulgever, jirkyanî, sîne û lûlepere ne..
Bi xêra jinan ev berhema kevnare ya eşîra Jîrkiyan jibîrê neçe..
Jinên Şırnakê kevneşopiya bav û kalên xwe nîşanî keç û xortan jî dikin û dixwazin dewam bike.