Li Sûka dîrokî ya Mêrdînê di enbara ku kiriye atolye de wêneyan çêdike

Li Sûka dîrokî ya Mêrdînê di enbara ku kiriye atolye de wêneyan çêdike

Hîcret Ayaz Îpeka ji Mêrdînê, li Sûka Xeratan a dîrokî di enbara ku kiriye atolye de bi mebesta hayedariyê wêneyan çêdike.

Îpeka ku piştî qedandina Beşa Wênesaziyê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, li Şaxa Sereke ya Hunera Wênesaziyê ya Zanîngeha Batmanê dest bi lîsansa bilind kir, ji ber xwîşka xwe ya kêmendam dixwaze bi çêkirina wêneyan, hayedariyê bikişîne ser kêmendamên zêhnî û bedenî.

Îpek li atolyeya xwe ya li sûka dîrokî ya Mêrdînê ku ji 6 metroçarçik pêk tê wêneyan saz dike û nimayiş dike.

Wênesaz Îpekê anî ziman ku dikana ku tê de ye pêştir enbara xeratekî bû û wê restore kir û kire atolyeya wêneyan.

Îpeka wênesaz destnîşan kir ku li mala wê û li atolyeyê nêzîka 100 berhemên wê hene û li wêderê nimayiş dike û got, "Xwîşkeke min a 27 salî heye, ji aliyê zêhnê ve astengdar e. Bi bandora wê min dest bi wênesaziyê kir. Ez dixwazim ji bo kêmendaman hayedariyê çêbikim. Mijara berhemên min jî di vê arasteyê de ne."

Îpekê herwiha got, "Min bertekên gelekî erênî stendin. Mebesta min ew bû ez balê bikişînim ser îhlalên li hember kêmendaman û hayederiyê çêkim. Hêvîdarim di vî warî de, min tiştek xistibe ser vê hesta hayedariyê ya civakê."

- Dixwaze li bajarên mezin û derveyî welêt pêşangehan veke

Îpekê bal kişand ser wê yekê ku tiştê ku xwîşka wê dike bi kamêraya aksiyonê tomar dike û wan jî nimayiş dike û got, "Ez dixwazim li Stenbol û Enqereyê jî pêşangehan vekim. Ez dixwazim li derveyî welêt jî pêşangehan vekim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE