Terorîstên PKK’ê bi sîyaseta xendeqan zirar dan îbadetxaneyên misilman û xirîstiyanan. Dêra Surp Giragos ya ermenan jî wê gavê xesareke mezin dît. Bi piştgiriya dewletê dêr ji nû ve hat çêkirin. Piştî 7 salan li vê dêrê dê ayîn were kirin.
Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ji aliyê dînî û civakî ve devereke pir-rengî ye.
Lê mixabin terorîstên PKKê bi şerê xendeqan îbadetxane ji xwe re kirin.
Di nav de camî, dêr, hemam û xan, 20 berhemên pîroz û dîrokî zirar dîtin.
Li Dêra Surp Giragos a Ermenan jî ji ber xesarê 7 salan ayîn nehatin kirin.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo temîrkirina mizgeft û dêrên ermen û keldaniyan dest bi seferberiyê kir.
Xebatên restorasyona dêra Sûrp Giragos û ya Keldaniyan 3 salan dewam kir û bi serkeftî dawî bû.
Cemaeta Ermenan ji bo merasim û ayînê bi kelecan haziriyên xwe dikin.