Li Sêrtê “festîvala hemsiyan”

20 ton hemsiyê ku ji Trabzonê hat li welatiyan hat belavkirin

Li Sêrtê “festîvala hemsiyan”

Bi piştgiriya Wezareta Karên Navxweyî projeya “destbiratiya bajaran” dest pê kiribû. Di çarçoveya projeyê de bi hevkariya Walîtî û Şaredariya Sêrtê û Şaredariyeke Trabzonê li Sêrtê “Festîvala Hemsiyan” hat lidarxistin. Di festîvalê de 20 ton hemsiyê ku ji Trabzonê hat li welatiyan hat belavkirin.

Ev dîmenên rengîn û xweş ji “Festîvala Hemsiyan a Sêrtê” ne.

Wezareta Karên Navxweyî Projeya Destbiratiya Bajaran dabû destpêkirin.

Di projeyê de Sêrt û Trabzon bûn bajarên destbira û li Sêrtê “Festîvala Hemsiyan” hat lidarxistin.

Trabzoniya di çarçoveya festîvalê de 20 ton hemsî anîn Sêrtê.

Hemsiyên ku li ser menqelan bi hemdê xwe pijiyan li welatiyan hatin belavkirin.

Di festîvalê de stranbêjên Trabzonî stranên gelek xweş gotin, ciwan jî bi stranan kêfxweş bûn.

Di festîvalê de komek ciwanên keç jî stranên Kurmancî gotin.

Eleqeya ji bo festîvalê gelek zêde bû.

Ji Bedlîs, Batman, Mûş, Amed û Mêrdînê jî welatî beşdarî festîvalê bûn.

Di çarçoevya projeya Destbiratiya Bajaran de berê ji Trabzonê 150 welatî hatibûn Sêrtê û li cihên dîrokî yên Sêrtê geriyabûn.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE