Li Sêrtê kursa erbaneyê

40 jin bi saya kursa Şaredariyê hînî lêdana erbaneyê dibin

Li Sêrtê kursa erbaneyê

Erbane di çanda Rojhilata Navîn de enstrumaneke girîng; di hin ol û baweriyan de jî pîroz e. Van salên dawî erbane zahf balê dikşîne û hejmara kursên erbaneyê zêde dibe. Şaredariya Sêrtê jî bo jinan kursa erbanê vekir, gelek xaniman berê xwe daye.

40 jin û keç li erbanê dixin…

Dengê xwe jî bi stran û lawijan dikin hevalê sewta enstrumanê...

Şaredariya Sêrtê ji bo qîz û kewanî fêrî lêdana vê enstrumana delal bibin, kursa erbanê vekir.

Di muzîka Rojhilata Navîn de erbane yek ji enstrumanên esasî ye. Loma jî lêdana wê ji bo gelê herêmê pirr ne zehmet e.

Ji bo vê yekê jin û keç jî bi kêf fêrî erbaneyê dibin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE