Li ser eşqa xortê misilman û keça suryanî gelek stran hatin gotın. Evîna dilbiêş evcar tê ser perda spî. Bi piştevaniya wezareta çand û turîzmê kişandina fîlmê Suzan Suzîyê li Sûra Diyarbekirê dest pê kir.
Adil xortê Misilman bû Suzan jî keça bedew a Suryanî. Keç û xort li navçeya Sura Amedê cîran bûn û dilê wan ketibû hev.
Li Ziyareta Kirklarê li wan xistin, Suzan ji ser Pira Dehderî de ket û di çemê Dîcleyê de xeniqî. Adilî jî ji kerba xwe aqilavêt.
Bi piştevaniya Wezareta Çand û Turîzmê li Diyarbekirê filmê Suzan Suzîyê tê kişandin.
Ji bo film li ser Pira Dehderî amûrên teknik hatin bicihkirin.
Mijara çîroka film pir balê dikşîn e. Stranbêj û çêker Bedrî Ayseli got bi saya vê sînemayê wê Çand û dîroka Amedê jî were nasandin.
Di fîlm de serlîstikvan Berna Keskin wê bibe ‘Suzan’ Derya Yasir Yenal jî ‘Adil’.
film wê bi şev û roj 3 hefteyan dewam bike. Xelkê Amedê jî ji kişandina filmê Suzan Suzîyê kêfxweş in.