Li Tetwanê zarok bi dilê xwe di "Şahiya Eydê" de şa bûn

Li Tetwanê zarok bi dilê xwe di "Şahiya Eydê" de şa bûn

Li Tetwana navçeya Bidlîsê ji bo zarokan çalakiya "Şahiya Eydê" hat lidarxistin.

Di çalakiya ku Şaredariya Tetwanê li Parka Îşletmeyê li dar xist de, nimayişên weke hoqebaz, sêrbaz, cembaz, bisiklêtê yek tekelo, akrobasî û hevsengiyê hatin kirin.

Çalakiya ku tê de nimayişên bi coş û xiroş hatin lidarxistin, zarok bi dilê xwe şa bûn.

Mîthat Barê ku digel ekîba xwe çalakî û nimayiş dikirin, kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi zarokên Tetwanê re anî ziman û ji bo Şaredar Mehmet Emîn Geylaniyê ku bername saz kir, spasiyên xwe pêşkêş kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE